Mem ARARAT - Rindê

Аватар автора
Чемпионы в кольцах
Ji rojeke Çileyê,ku dişibe rojên payîza paşîn ,ji xewlana min heta ba we rêz û silav ji we re gelî dost û hevalan.Li derve qirsayî heye û daran hemû pelên xwe weşandine.Di dilê min de şikestinek dişibe dema qeşa dikeve li Gulanê û a niha li ber dengê Şakiro û Fadilê Kufragî ji we re dinivîsim. Sala 2022 an têra xwe em westand û bêgûman car caran dilê me jî şikand,lê dixwaz im hun jî zanibin di dil de hêvî her gurr e dostno.Bi hemû hêza xwe em ê hewl bidin sala 2023 an bikin saleke xweştir. A niha bi kelecan im lewma dixwaz im mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumek nû, kû navê wê " Keskesor"e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dunyaya gewrik.Di vê albumê de ez ê hewl bidim sitranên xwe yî ku ev demek dirêj e di arşîva min de sekinî ne bi we re par ve bikim.Ji van stranna hinek jê nêzî 20 sal berê hatiye nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim. Strana bi navê "Rindê" di sala 2011 an de hatiye nivîsandin. Ji bilî çend sererastkirinên piçûk min dest stranê neda. Gelî canik û camêran, weke hun jî dizanin muzîk karekî kolektîf e û ev album bi qasî keda min e keda hevalên min ên keda xwe tev li keda min kirine jî... ji bo ked û dostaniya wan ez malavaniya hevalên xwe yên muzîkjen Nihad Jemshere ,İlkan Pala,Serkan Çelîk,Hüseyîn Can Pala dikim. Malavaniya hemû malabata Zîz Muzîk dikim. Û bi taybetî malavaniya Sozdara delalî dikim.Lewma keda wê li ba min ji çiyan û bahran mezintir e. Hezkirin bo we hemûyan... Mem RINDÊ ji pirsên stûr, ji...

0/0


0/0

0/0

0/0